Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara Çaremîn ya Kovara Bernamegeh derket

18:53 - 2 Gulan 2021

Kovara edebî, hunerî, çandî û civakî ya “Bernamegeh” bi hejmara xwe ya çaremîn derket pêşberê xwendevanên xwe.

Di hejmara nû ya Kovara “Bernamegeh”ê de gelek nivîskar bi gotar û helbestên xwe beşdar bûne û naveroka kovarê dewlemend kirine.

Di vê hejmarê de Jan Dost meseleya duzimaniyê û têkiliyên serdestî û bindestiyê hildaye dest, Occo Mahabad bi lêkolîneke giranbiha bi her awayî Dîroka Mewlûdên Zazakî nivîsandiye. Hesenê Metê bi çîrokeke herikbar dilê xwendevanan fireh û aram dike, Mistefa Aydogan birîn û êşa me ya dîrokî Karesata Helebçeyê bi zimanekî dilşewat radixine awêneya hişê me. Ji xêncî wan gellek nivîskarên vê hejmarê bi gotar û helbestên xwe yên rengoreng bi we re ne.

Hûn dikarin di vê hejmarê de van nivîsan bixwînin.

– Jan Dost / Derdê Duzimaniyê

– Hêvî Hêvîdar / Di Gerdûnekî Din De

– Occo Mahabad / Dîroka Mewlûdên Zazakî

– Rûbar Elî / Raperîn

– Lokman Polat / Wêje, Dîrok û Romanên Dîrokî

– Şoreşger Karakol / Çavên Melûl

– Evîn Hesen / Deyndar Im

– Memê Miksî / Kur Ji Kirina Xwe Şerm Dike

– Rêber Hebûn / Helbestvanê Nemir Ferhad Içmo

– Can Brahîm / Çavên Şil

– Îkram Oguz / Pênc Pirtûk û Nivîskarek

– Mahmûd Derwîş / Ji Bahozê Pê ve Ji Yê Kurdan Re Tune / Wergêr: Fewaz Ebdê

– R. Kemal Bindal / Beg Li Helebê, Firara Seîd Begê Helebî

– Xelîl Duhokî / Hejarino

– Hesenê Metê / Xezeba Xwedê

– Kevok Mizgîn / Dengek Ji Biyaniyê

– Keyhan Mihemedînijad / Ceco Xan

-Newaf Mîro / Xidir Eylaz û Xidir Nebî, Xizir yan Walentîn

– Alî Bayram / Matem A Tîk

– Soran Hemereş / Berdeysan Kî Bû? / Wergêr: Muhsîn Ozdemîr

-Evîn Çîçek / Merî Ber Bayê Penaberiyê Germ Nabe, Dikizire

– Şîlan Doskî / Hêroya Kurdî

– Ramazan Kavak / Qesasê Pezkoviyan

– Azad Ekkaş / Çend Hilbijarde Ji Erotîkaya Yanîs Rîtros

– Nîhat Oner / Kulla Mûşê

– Mistefa Aydogan / Mirovayî Jehrdadayî

– Tengezar Marînî / Şev û Mij

– Yaqûb Kurmanc / Roja Cilûberg ango Kincên Kurdî Pîroz Be

– Mehmûd Badilî / Dara Şilfî Tazî

– Hem Bozan Qeregeçîye / Girêka Gordîonê

– Lîda Gerdenzerî / Bahar

– Îhsan Bîrgul / Televîzyon û Ziman

– Xakî Bîngol / Çar Bistî

– Ezîz Xemcivîn / Bihna Baharê

– Sıraç Oğuz / Mêrxas û Neteweperwerê Kurd Seyda Melle Selîm

– Mihemed Hesko / Ey Felek

– Seîd Veroj / Dr. Mesûd Fanî Bîlgîlî

– Bûbê Eser / Ew in Dijminê Mirovayî

– Ronî Stêrk / Rewşa Zimanê Kurdî Li Almanyayê

– Farûqê Feroyî / Nezanîn Ne Şerm e

– Mamo Kader / Tirsa Heralî

– Rûmet Med / Li Ser Sînemaya Kurdî û Sînemaya Cîhanê 10 Pirtûk

– Mahîn Şêxanî / Qedera Dirêj

Hûn xwînerên hêja jî dikarin bi dagirtina wê lînka jêrîn mifahê ji gotaran vergirin.