Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara Filamîngoyên gola Urmiyê daketiye

12:34 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2021

Bi sedema tîratiya zêde ya ava gola Urmiyê, îsal hejmareke kêmtir a balindeyên Filamîngo bo aliyê wê gola şor hatine.

Serokê Îdareya Çavedîrî li ser Ajelên Kuvî yê Îdareya Giştî ya Parastina Jîngeha parêzgeha Urmiyê, “Umîd Yûsifî” daye zanîn, ku îsal 35 hezar heta 40 hezar Filamîngo hatine gola Urmiyê û salên berê zêdetir ji 50 hezar heta 60 hezar Filamîngo dihatine gola Urmiyê.

Herwisa navbirî gotiye: “Îsal bi sedema nebaşbûna rewşa jîngehê û tîratiya zêde ya xwê li nav ava wê golê Filamîngo kêmtir di wê golê de mane”.

Salên berê tevî zêdebûna balindeyên wekî Filamîngo, balindeyên dinê jî zêdetir rû bi wê golê û dûrgehên li nav wê golê bikin, lê Îsal hejmara wan cure balindaneyan jî kêm bûye.

Qobiyên “Sindûs, Hesenlo û Dorge Sengî” li Nexedê û qobiya “Kanî Berazan” li Mihabadê, girîngtirîn cihê mana Filamîngoyan in.

Bi sedema kêmbûna ava gola Urmiyê, tîratiya wê gelek zêde bûye û bi perê wan cure balindeyan ve dizelqê ku bo balindeyan metirsîdar e û dibe sedema nefirîn û şewitîna perên wan balindeyan.

Rejîma Îranê bona rizgarkirina gola Urmiyê ji çikbûnê ti pêngaveke zanistî hilnegirtiye.