Kovara wêjeyî, hunerî, çandî û civakî ya Bernamegeh bi hejmara xwe ya heftemîn derket pêşberî xwendevanên xwe.
Di vê hejmarê de İkram Oğuz bi Kurmanciya xwe ya zelal behsa zarokatiya xwe û dengbêjên bavê xwe kiriye, Occo Mahabad mijara damezrandin û pêşketina çapxaneyên kurdan ji do heta îro nirxandiye, Nihat Gültekin bala xwe daye li derdora Çiyayê Elegezê û rewşenbîrê me yê dilnazîk Maksîmê Xemo, Lokman Polat bi pirs û vegotinan di edebiyatê de mijara trajedî, romantîz û erotîzmê hildaye dest.
Di vê hejmarê de gellek gotar, çîrok û helbest li benda xwendin û nirxandinê ne.
Hûn dikarin di vê hejmarê de van nivîsan bixwînin:
- İkram Oğuz / Çima Dengbêjên Bavê min
- Konê Reş / Newroz
- Occo Mahabad / Dîroka Çapxaneyên Kurdan
- Mihemed Hesko / Xwefiroş
- Nihat Gültekin / Li Gundê Avşênê Dibistana Mexsîmê Xemo
- Muqades Agirî / Şahmaran
- Umîd Demîrhan / Mersûmê Qedîm ê Kurdistanî
- Dengbêj Evdirehîmê Mûşî / Mêvan
- Sıraç Oğuz / Hîndîstan û Gandî, Kurdistan û Barzanî
- Çayan Okuducî / Parsek
- Remezan Bakur / Simayîlê Saydalî
- Dilazad A.r.t / Sîng û Berê Yara Gerden Zêrîn
- Mela Mihyedîn / Nameyek Derengmayî 5
- Şîlan Doskî / Adar
- Ümit Tunç / Xwe Li Ser Keskesorê re Biavêjin
- Dilbirîn Dilo / Senfonîka
- Lokman Polat / Evîna Romantîk û Trajîk
- Azad Ekkaş / Newaya Roviya Şîn Li Kozikê Darvên
- Yucel Aslan (Koçer ) / Ez û Navê Kurdistanê
- Ehmedê Goyî / Dê
- Celal Orhan / Hêsirên Kurê Arnos
- Michael Erard -Cultural of First Words /Raboriya Çandî ya Peyvên Pêşîn - Wergêr:Berat Qewîendam
- Hasbeg Koksal / Bayê Lingbez
- Mahîn Şêxanî / Bawer Bike
- Mehmet Gur / Pêxemberek Rabû ji Colemêrgê: Şêx Adî
- Mehmet Dinç - Bedro / Wergera ji Tirkî; Mikaîlê Berbestê
- Umer Binî Xettab, Yezdîcerd û Nemeyên Wan / Wergera ji Tirkî; Seyfedînê Welekorî
- Mervan Serhildan / Sûdwer im Ez
- Keyhan Mihemedînijad / Newroz
Bo xwendina wê kovara çandî hûn jî dikarin bi dagirtin li ser lînkê bi awayê PDF bixwînin.