Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara kesên ku di Kurdistanê de korona yê girtine zêde dibe

17:21 - 17 Adar 2020

Belawbûna Vîrûsa koronayê li îranê de û Biybetî li Rojhilata Kurdistanê, bûye sedema tûşbûn û can ji dest dana hejmareke zêde ji hevwelatiyan , û rejîm jî çi pêngawekê bo konrirolkirina vê arîşê nahavêje.

Roja duşemiyê 26ê Reşemê, 2 kes ji tûşbûyî yên koronayê, li Nexweşxana Serdeştê bi hegera bê îmkanatiyê canê xwe ji dest dan ku yêk ji wan bi navê M.N temen 35 salî xelkê Rebet a girêdayî bi Bajarê Serdeştê bû.

Pêka zaniyariya li Serdeştê pitir ji 30 kesên nesaxên şika tûşbûyî bi Koronayê hene.

Di Nexweşxana Bajarê Bokan ê de jî kesekê bi vê Vîrosê canê xwe ji dest da.

Pitir ji 30 kesan li Nexweşxana Bokan ê, bi hegera tûşbûna bi Korona yê, hatine razandin, bi hegera bê îmkanatî û derman û textê Nexweşxanê, 16 kesên ku şika hindê hebû ku tûşî Vîrûsa Korona yê bûnî, bo malêt wan xwe hatine hinartin.

Di Bajarê Seqizê jî rewş gelek xirabe û nexweşxane tejî bûne ji kesên ku şika hindê heye tûşî Koronayê bibin, heya niha 16 kesan li Seqizê bi sedema Korona yê canê xwe ji dest dane.

Herwisa di Bajarê Kamiyaranê de jî, ji bilî ewê ku dehan kes bi hegera tûşbûna Koronayê hatine razandin, 4 kes ji wan kesên ku di Nexweşxanê de kar dikin, tûşî Vîrûsê bûne û li jêr zêrevaniyê dene.

Di demekê de ku xelk bi sedema bê îmkanatiyê dibe qurbanî, rejîma dijîmirove Îranê, gelek emraz û hewcehiyên weke Mask, Lepik, madeyên dije vîrûs , dest biserde girtine û xistine Enbaran û nadne xelkê.