Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara kesên pîr di Îranê de bi 3 qatan zêde bûye

12:17 - 24 Tebax 2020

Geşeya nerênî ya nifûsa Îranê 4 sal e ku li pey yek berdewam e û hejmara nifûsa kesên pîr di Îranê de bi qasî 3 beranber zêdetir bûye.

Roja Yekşemî, 23ê Tebaxê berpirsên rejîma Îranê di civîna siyasetên giştî yên nifûsa Îranê de dene zanîn ku, jidayîkbûn di Îranê de li 4 salên li pey hev, geşeya nerênî hebûye û herwisa berdewamiya geşeya nerênî ya nifûsa Îranê û daketina qas û hamilebûn û zêdebûna 3 qatî ya nifûsa kesên pîr û herwisa daketina qasa zewac di Îranê de bûye pirsgirêka bingehîn a nifûsa Îranê.

Eve jî di halekê de ye ku, daketina asta dahat, tinebûna ewlehiya jiyan û kar, rohnnebûna paşeroj û herwisa bilintirbûna nirxa hewcehiyên jiyanê û rewşa aloz a siyasî û aborî di Îranê de, bûne sedem ku paşeroja jiyanê di Îranê de, bo xelkê bibe cihê tirsê ku di rewşeke wiha de kes naxwaze bibe xwedî zarok ku nekare paşerojekê bo wan dabîn bike.