
Li gor wê amara ku rejîmê heya Nîveroya roja Seşemiyê, ji ziman Kiyanuş Cîhanpur Berpirsyarê navenda ragihandina Wezareta Tenduristiya rejîmê belaw kiriye, di 24 demjmêrên dawîn de li tevahiyê welêt 54 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan geheşte 291 kesî.
Gorî amara belawkirî ji aliyê rejîmê we, hejmara hejmara nexweşan jî, ji 8 hezar û 42 kesan derbas bûye.
Li Îranê cara êkim haletê tûşbûn û mirna bi hegera Koronayê, di 19ê meha şibatê de, li bajarê Qûmê hatibû tomarkirin.
Herçiqas deshilatdarên rejîmê wisa didne xûyakirin ku ev amara ku radihehînin rasteî lê bêguman hemî dunya û bitaybet xelkê îranê baş dizanin ku rejîm ti çarî amara rastîn belaw nake, û berdewam li cehda weşartina rastiyan de ye, nûtirîn amar de Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku nêzîkî 300 kesî canê xwe ji dest dane, bi piştgirêdan bi wan zaniyarî û amar û Wêne û Fîlmên ku li ser Torên Civakî belaw dibin, texmîn tête lêdan ku pitir ji 3 hezar kesî bi hegera Koronayê, di Îranê de miribin.
Parek ji deshilatdarên rejîmê hebxwe hatine ziman û hinek rastiyan belaw dikin, Tenê di Gîlanê de pitir ji 400 kesî mirine.
Tête gotin di Qumê de pitir ji 500 kesî mirine.
Li Tehranê pitir ji Hezar kesî miriye.
Li dewer û Parêzgehên dinê de jî ser hev, pitir ji hezar kesî mirine.