Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara kuştiyên xwenîşandanên Îranê pitir ji 330 kesî ne

11:10 - 1 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Pêka amarên ku hatine belavkirin, hejmara kuştiyên xwenîşandanên Îranê, pitir ji 330 kesî ne.

Tepeseriya tuned a xwenîşanderan di Îranê de ji aliyê rejîmê ve, ku sedan xwenîşander bi awayekî hovane hatine kuştin, bi hegera nebûna mediyayên bê alî û qutbûna înternetê li hinek ji deverên Îranê de heta niha jî amara rastî, kes nizane û tenê bi berçav girtina astê tepeseriyê, tête berawordkirin ku sedan kesan jiyana xwe ji dest dabin.

Tête gotin ku tenê di bajarê Tehranê de sedan kes ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin.

Rejîmê di bajarê Mahşehrê de bi çekên giran xwenîşanderan kirine armancên xwe, û di Kurdistan, Xuzistan, Şîraz û Îsfehanê de, sedan kes hatine kuştin.

Malpera Keleme ku ser bi Mîr Husêyn Mûsewî ye, ragihandiye ku, tenê li bajêrokê Şehriyarê di başûra Tehranê de pitir ji 100 kes hatine kuştin.

Wêbsayta Keleme ragihandiye ku, cenazê 156 kesan di mirîşorka Beheşat zehrayê de ne.

Kelemê hejmara kuştiyan 366 kes daye zanîn, û herwisa Saziya Efû a Navnetewî jî, hejmara kuştiyan 161 kes ragihandibû.

Heta niha rejîmê tu amareke fermî ji kuştiyan belavnekiriye.

Dozgerê giştî yê welat gotiye, di wan demên bê de, emê amara ser rast a bûyerên çend rojên xwenîşandanan rabigehîn in.