Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara mêran di birêvebiriya asta bilind a Îranê de 17 beranberî hejmara jinan e

13:45 - 25 Gulan 2020

Di Îranê de, bi hegera Ol û kultûra tepeserker a rejîma Îranê, para mêran di birêveberiya asta bilind de 17 beranberî para jinan di birêvebirina asta bilind a Îranê de ye.

Pêka lêkolînan di sala 1398`an de, bi berewirdkirina mêr û jin di pişikdarî li birêvebirina asatên cuda de, para mêran bi qasî 4.38 beranberî jinan e û li ser asta bilind a birîvebirinê de 17 beranber û li asta nêvencî ya birêvebirinê de bi qasî 10 beranberan e.

Ew lêkolîn, ji aliyê ofîsa Cihgirê Serkomarê rejîma Îranê, li “Beşa Jinan û malbat”ê de hatiye kirin, hejmara birêvebirên mêr li asta birêvebirya nizim de 36 hezar û 423 kes, li asta nêvencî de, 18 hezar û 701 kes û di asta bilind de 1159 kes bûne. 

Lê ew di rewşekê de ye ku asta birêberên jin di asta nizim de 10 hezar û 859 kes, di asta nêvencî de 1924 kes û di asta bilind de 67 kes bûne.

Lê ew rapor tekeziyê dike ku ji sala 1396`an heya sala 1398`an, beşdariya jinan li wergirtina berpirsatiya karên hikûmî li ser astê Îranê, bi qasî %36 zêde bûye.

Herwisa di sala 1398`an de, pêka amarên parêzgehan, zêdetirin hejmara wergirtina berpisayetî di parêzgehên, “ Bûşêhir, Gîlan û Çarmihal û Bextiyarî”yê de bûye  û parêzgerhên “Qum, Xûzistan û Tewrêz” jî kêmtirîn hejmara jinan di wergirtina berpirsatiyê de hebûne.