Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara nû ya qurbaniyên Korona yê di Îranê de

14:12 - 18 Nîsan 2020

Roja şemiyê, 18`ê Nîsana 2020 an, Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê ragihand ku, amara wan kesên ku heya niha di Îranê de tûşî vîrûsa Korona yê bûne, geheştiye  80868 kesan, û hejmara kesên ku bi vê hegerê jî canê xwe ji dest danî, gihîştiye 5031 kesan.

Wezareta Tenduristiya rejîma Îran ê ragihand ku di heyamê 24 demjimêrên derbasbûyî de 1374 kesên dinê tûşî Korona yê bûne.

Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê Îro Şemî 18 ê Nîsan ê ragihand: Hejmara wan kesên ku di heyamê 24 Demjimêrên derbas bûyî de li Îranê bi hegera Vîrûsa Korona yê canê xwe ji dest dane, 73 kesin.

Herwisa ragihand ku rewşa 3513 kesan gelek xirabe û di bin çawedêriya tunde pizişkî dene.

Rejîm cehdê dike ku wisa bide kivşê ku kariye konterola koronayê bike û lewma amara tûşbûn û can ji destdanê gelek ji ya heyî kêmtir radigehîne.

Belavkirina amara nerast ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ve, bûye cihê nîgeranî û nerizayetiya xelkê û heta karbidestên rejîmê jî li ser vê mijarê hatine deng.