
Roja duşemiyê, 20`ê Nîsana 2020 an, Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê ragihand ku, amara wan kesên ku heya niha di Îranê de tûşî vîrûsa Korona yê bûne, geheştiye 83505 kesan, û hejmara kesên ku bi vê hegerê jî canê xwe ji dest danî, gihîştiye 5209 kesan.
Wezareta Tenduristiya rejîma Îran ê ragihand ku di heyamê 24 demjimêrên derbasbûyî de 1294 kesên dinê tûşî Korona yê bûne.
Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê Îro DuŞemî 20 ê Nîsan ê ragihand: 91 kesên dinê di heyamê 24 Demjimêrên derbas bûyî de li Îranê bi hegera Vîrûsa Korona yê canê xwe ji dest dane.
Herwisa ragihand ku rewşa 3389 kesan gelek xirabe û di bin çawedêriya tunde pizişkî dene.
Rejîm cehdê dike ku wisa bide kivşê ku kariye konterola koronayê bike û lewma amara tûşbûn û can ji destdanê gelek ji ya heyî kêmtir radigehîne.
Yêk ji endamên Şêvra Bajarê Tehranê got: ev amara ku fermî tête ragihandin, renge tenê amara Tehranê be.