Ajansa Penaxwazan a Saziya Netewên Yekgirtî “UNHCR - The UN Refugee Agency” ragihandiye ku êrîşên Rûsiyê bo ser Ukraynê dijwartir bûne û hejmara penaxwazan ji milyonekê derbas bûye.
Roja Pêncşemî 3ê Adarê, Komîserê Bilind ê Ajansa Penaxwazan a Saziya Netewên Yekgirtî “Filippo Grandi” di raporê de daye zanîn ku di wan 7 rojên şerê di navbera Rûsiyê û Ukraynê de zêdetir ji milyonek Ukraynî ji wî welatî derketine û berwird kiriye ku hejmara penaxwazên Ukraynî dê ji 4 milyon kesan jî derbas bibe.
Herwisa navbirî daxwaza rawestandina şer di Ukraynê de kiriye ku bikarîn alîkariyên mirovî bo çendîn milyonan xelkê Ukraynê ku di wî welatî de di nav şer de mane bişînin.
Êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê li Saziya Welatên Yekgirtî de bi tundtirîn şêwazê hate şermezarkirin.