Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyan di 24 demjimjimêrên derbasbûyî de li Îranê de

17:16 - 12 Adar 2020

Li gor wê amara ku rejîmê heya Nîveroya roja Pêncşemiyê 22 yê Meha Reşemê, ji ziman Kiyanuş Cîhanpur Berpirsyarê  navenda ragihandina Wezareta Tenduristiya rejîmê belaw kiriye, di 24 demjmêrên dawîn de li tevahiyê welêt 75 kesên din jî, ji ber Vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara miriyan geheşte 429 kesan.

Li bajarên cuda cudaye Îranê de gorî ragihandina rejîmê 75 kesên din jî ji ber vîrûsa koronayê mirine û hejmara miriyan ji 429 kesan derbas bû û hejmara tûşbûyan jî, ji 10 Hezar kesî derbasbû û gihîşte 10 Hezar û 75 kesan.

Li gor Ajansa fermiye rejîmê, Kiyanuş Cîhanpûrê ragihand ku di 24 demjimêrên dawîn de li tevahiyê wi welatî 75 kesên din canê xwe ji dest dane û  hejmara qurbaniyên bû 429 kes.

Ew amara herçiqas ji aliyê rejîmê we rojane tête ragihandin, bê guman dûrin ji rastiya di welat de heyî û rojane sedan kes bi hegera nesaxiya koronayê canê xwe ji dest didin û sedanê din vê Vîrûsê digrin.

Pêka hinek jêderên nefermî heya niha pitir ji 3 hezar kesî canê xwe ji dest dane, Nexweşxane tejî bûne, şewane bi dizîve termê miriyan tête weşartin.