
Li gor wê amara ku rejîmê heya Nîveroya roja Çiwarşemiyê, ji ziman Kiyanuş Cîhanpur Berpirsyarê navenda ragihandina Wezareta Tenduristiya rejîmê belaw kiriye, di 24 demjmêrên dawîn de li tevahiyê welêt 63 kesên din jî ji ber Vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara miriyan geheşte 354 kesî.
Li bajarên cuda cudaye Îranê de gorî ragihandina rejîmê 63 kesên din jî ji ber vîrûsa koronayê mirine û hejmara miriyan ji 354 kesan derbas bû û hejmara nexweşan jî gihîşt 9 hezar kesan zêdetir.
Li gor Ajansa fermiye rejîmê, Kiyanuş Cîhanpurê ragihand ku di 24 demjimêrên dawîn de li tevahiyê wi welatî 63 kesên din jî ji ber vîrûsa koronaya nû canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên bo 354 kesan zêde bû.
Cîhanpur destnîşan kir ku hejmara nexweşan jî 958 kes zêdetir bû.
Ew amara herçiqas ji aliyê rejîmê we rojane tête ragihandin, bê guman dûrin ri rastiya di welat de heyî û rojane sedan kes bi hegera nesaxiya koronayê canê xwe ji dest didin û sedanê din vê Vîrûsê digrin.
Pêka hinek jêderên nefermî heya niha pitir ji 3 hezar kesî canê xwe ji dest dane, Nexweşxane tejî bûne, şewane bi dizîve termê miriyan tête weşartin.