
Erdheja Îzmirê canjidestdana 24 kesan û 804 birîndaran li pey xwe ve anî û amar dem bi dem zêdetir dibin
Roja Înê demjimêr 14:51 bi dema Tirkiyê, erdhejek bi qasî 6.6 rîşterî Îzmîr û deverên derdorê hejandin ku pêka amarên fermî yên Tirkiyê, 743 kes li bajarê Îzmîr, 5 kes li Manîsa, 2 kes li Balikesîr û 54 kes li Aydinê, ku di gelemper de heta niha 804 kes birîndar bûne û pêka dawî amaran 24 kesan jî canê xwe ji dest dane û ew amar renge hêj zêdetir bibe û bi 10an bîna kawil bûne.
Herwisa 2 kes di welatê Yûnanê de jî bi sedema wê erdhejê canê xwe ji dest dane.
Bi sedema wê erdhejê hejmarek bîna û xaniyên xelkê dorgeya Samos a Yûnanê hiloşiyane.
Erdheja Îzmîrê di çendîn bajarên Tirkiyê de hate shekirin. Îzmîr piştî bajarên Îstenbol û Enqerê zêdetirîn nifûs li xwe girtiye.
Çalakîyên rizgarkirina kesên mayî li nav bînayan hêj berdewam e û xisareke zêde bi xelkê Îzmîr û derdora wî bajarî ketiye.