Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên Korona li Îranê her diçe zêde Dike

11:34 - 15 Adar 2020

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi sedema vîrûsa koronayê 97 kesên din jî mirin û amara kesên ku bi hegera Koronayê pêka amara ku rejîm belaw dike, gihîşte 611 kesan. Herwisa hejmara kesên ku tûşî  vîrusê bûne, gihîşte 12 hezar û 729 kesan.

Li gor ragihandina berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kiyanuş Cîhanpur, di nav 24 demjimêrên dawîn anku heya nîvroya Roja Şemiyê 24 ê Reşemê, di Îranê de 97 kesên din jî ji ber Covid-19ê mirin û hejmara miriyan bo 611 kesan zêde bû.

Heya niha dehan kes di Bajarên Rojhilatê kurdistanê jî bi hegera Koronayê canê xwe ji dest dane.

Kiyanuş Cihanpur got hejmara kesên bi vîrusê ketine jî gihîşt 12 hezar û 729 kesan.

Li Îranê cara ewil di 30ê Rêbendanê de hatibû ragihandin ku Korona li bajarê Qûmê hatiye dîtin, lê deshilata rejîma dijî geliye Wilayeta feqîh, rastî ji xelkê weşartin û di cihê rênimayî dan bo xwe parastinê, kevte haşa û weşartinê, heya ku bikarin xelkê bikêşne ser sindûqên şanogeriya binav hilbijartina meclisa rejîmê.