Saziya tendirustiya cîhanî ragihand: Hejmara wan kesên ku bi sedema vîrosa Koronayê canê xwe ji dest dane, serweyî 15 milyon kesane.
Saziya tendirustiya cîhanî di amarekê de eşkere kiri ku di heyamê peydabûna vîrosa Koronayê heta niha, li cîhanê de 15 milyon kesan zêdetir canê xwe ji dest dane.
Ev amara ku jialiyê saziya cîhanî a tendurustiyê ve hatî belavkirin, texmîn hatiye lêdan ku hejmara miriyan 3 cara hindî amarên fermiye ku jialiyê welatên cuda cuda ve hatiye belavkirin.
Di cîhanê de zaf welat hene ku amara serrast belav nekirine û hejmara zêdeye miriya diweşartin, ku yêk ji wan welatan Îran bû ku qet amarekî serrast belav nekir.
Vîrosa Koronayê nihajî her maye û li piraniya welatan de rojane bi wê sedemê xelk canê xwe ji dest dide, û ev yêke hinde asayî bûye ku zaf welat tu amarekê li wê derheqê de balav nakin.