Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên Korona yê her diçe, zêdetir dibe

17:11 - 23 Adar 2020

Roja Duşemî, 4`ê Xakelêwe, Kiyanûş Cihanpûr berdevkê Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê ragihand ku, amara wan kesên ku di Îranê de tûşî vîrûsa Korona yê bûne, geheştiye 23049 kesan, û hejmara kesên ku bi vê hegerê jî canê xwe ji dest danî, gihîştiye 1812 kesan.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî hejmara qurbaniyên Koronayê ji 120 kesî derbas kir

Li gor amarên ku Wezareta Tendirsutiya Îranê belav kirine, ji destpêkê ve heta niha pitir ji 120 kesî ku tûşî Koronayê bibûn li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Herwiha hejmara giştî ya kesên ku heya niha li Rojhilatê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, 1500 kesî zêderire.

Li parêzgeha Urmiyê hejmara giştî ya kêsn ku tûşî Korona yê bûne, geheşte 450 kesan û li wê parêzgehê 31 kesan jî ber tûşbûna bi COVID-19 canê xwe ji dest dane.

Li parêzgeha Sinê, bi giştî heya niha 30 kesan jiyana xwe ji dest dane, herwiha 250 kes jî heya niha bi vê vîrusê ketine.

Li Kirmaşanê jî hejmara qurbaniyên korona vîrusê gihîştiye 18 kesan û 185 kes jî bi vîrusê ketine.

Li parêzgeha Îlamê jî  hejmara miriyan bo pitir ji 10 kesan bilind bû. Li Îlamê heya niha 190 kes jî bi vîrusa COVID-19 ketine.

Li parêzgeha Loristanê, heya niha pitir ji 476 kesî ev nexweşî girtine û pitir ji 30 kesan canê xwe ji dest dane.

Bi sedema Korona yê heya niha di seranserî Cîhanê de hejmara miriyan geheştiye 15 hezar kesî, û hejmara kesên ku ev Vîrûse jî girtinî ji 300 Hezar kesî derbas bû.