Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên Korona yê her diçe, zêdetir dibe

17:42 - 4 Nîsan 2020

Roja Şemiyê, 16`ê Xakelêwe, Kiyanûş Cihanpûr berdevkê Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê ragihand ku, amara wan kesên ku di Îranê de tûşî vîrûsa Korona yê bûne, geheştiye 55743 kesan, û hejmara kesên ku bi vê hegerê jî canê xwe ji dest danî, gihîştiye 3452 kesan.

Herwisa wî berdevkê rejîmê ragihand ku di heyamê 24 demjimêrên derbasbûyî de 2560 kesên dinê tûşî Korona yê bûne.

 Kiyanûş Cihanpûr berdevkê Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê Îro Şemî 16 ê Xakelêwê ragihand:

Hejmara wan kesên ku di heyamê 24 Se`etên derbas bûyî de li Îranê bi hegera Vîrûsa Korona yê canê xwe ji dest dane, 158 kein.

Herwisa ragihand ku halê 4103 kesan gelek xirabe û di bin çawedêriya tunde pizişkî dene.

Bi sedema Korona yê heya niha di seranserî Cîhanê de hejmara miriyan geheştiye 15 hezar kesî, û hejmara kesên ku ev Vîrûse jî girtinî ji 300 Hezar kesî derbas bû.

Ewa amareke ku rejîm radigihîne, Sazî û aliyên cuda cuda ye Cîhanî û çalakvanên navxwe ye Îranê radigehînin ku amara tûşbûyîan û miriyan bi sedema Koronayê, gelek ji wê hindê zêderire ku rejîm radigehîne.

Hinek jêder basê can ji dest dana pirtir ji 15000 hezar kesî dikin.