Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên Koronayê 2.5 beranber ji amarên fermî zêdetir e

12:02 - 21 Çirriya pêşîn 2020

Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê ragihandiye, ku hejmara tûşbûn bi vîrûsa Koronayê, rojane ji 5 hezar kesan zêdetir bûye û berpireskî din yê rejîmê jî daye zanîn ku hejmara qurbaniyên Koronayê 2.5 beranber ji amarên fermî zêdetir e.

Roja Sêşemî,  Berdevka Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê, “Sîma Sadatlarî” ragihand: “Hejmara rojane ya tûşbûn bi vîrûsa koronayê ji 5 hezar kesan zêdetir bûye”, hevdem Endamê “Komîteya Zanistî ya Sitada Rawestan di Hember Koronayê de”, “Mesûd Merdanî”, daye zanîn ku amarên fermî ku têne belavkirin, serast nînin û bo zanîna hejmara serast dibe wan amaran 2.5 beranber bikin”.

Wezîrê Tenduristî yê rejîma Îranê, “Seîd Nemekî”, berê ragihandibû: “Dema az amarên Koronayê dibînim, ditirsim ku em bikevin bi nav reşçalekê ku êdî jêrizgarbûn gelek zehmet e”.

Pêka amarên rejîma Îranê li roja Duşemî, 19ê Çirriya Pêşîn de 5 hezar û 39 kes tûşî vîrûsa Koronayê bûne û 322 kesan canê xwe ji dest dane, lê amara serast pêka gotina “Mesûd Merdanî”, dibe amara qurbaniyan 805 kes bin.

Bisporê Epîdemînasî yê zanîngehan, “Elîekber Heqdûst” ragihandiye: “Di heftiyên bê de, tev bajar û gundan di Îranê de renge rastî rewşa herî metirsîdar ya wê vîrûsê bibin”.