Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên Koronayê di Îranê de zêdetir dibin

11:12 - 6 Adar 2020

Herçiqas rejîma Îranê radigihîne ku 107 Kes jiber Koronayê di Îranê de canê xwe ji dest dane, di rastî de rejîm amarên rastî diveşêre û qurbanî gelek ji wê hindê zêdetirin ku tête baskirin.

Berdevikê Wezareta tendirustî ya rejîma Îranê Kiyanûş Cehanpûr ji televîzyona dewletê re ragihand, ku heta niha 107 kes bi hegera vîrusa Koronayê hatine kuştin, û hejmara giştî ya tûşnbûyên vîrusa korona jî 3513 kes in.

Pêka wan zaniyarî, wêne û vîdiyoyên ku ji aliyê xelkê ve di nav torên civakî de têne belavkirin, bajarê wisa heye ku renge sedan kes têde canê xwe ji dest dabin, bo mîna basê bajarê Qumê tête kirin ku zêdetir ji 300 kesî bûne qurbanî, li Gîlanê sedan kes mirine, li tehranê zêdetir ji 500 kesê canê xwe ji dest daye, li Elborzê sedan kes bûne qurbanî.

Îro roja Înê, ji ber vîrusa Korona hatûçû û ketina hundirê du parêzgehan hate qedexekirin

Li gor daxuyanîyên karbidestên Îranê, bo tedbîra dijî Koronayê, ti kes nikare here Mazenderan û Gîlanê.

Di navbera bajarên Gîlanê de jî rêyên hatûçû hatin girtin.

Pêka raporên nafermî texmîn tête lêdan ku heya niha hezaran kesan bi sedema vîrûsa Koronayê di Îranê de canê xwe ji dest dabin û hezar kesên dinê jî tûşê Koronayê bûbin.