Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên Koronayê di Sîstan û Belûçistanê de gelek zêde ye

12:03 - 13 Gulan 2020

Gorî gotina Cigirê Zanîngeha Pizîşkî a Zahidanê, tenê di heyamê rojênên derbas bûyî de, hejmara tûşbûyên di Sîstan û Belûçistanê de bi awayekî bê mînak zêde bûye.

Eqîl Mîrî Cigirê Zanîngeha Pizîşkî a Zahidanê got: “Çûna serê ya hejmara qurbaniyên koronayê heya niha bê mînak bûye û ji 3 mehên derbasbûyî ve heya niha hanekî lezgînî bi xwe ve nedîtiye.”

Navbrî ragihan ku hejmara kesên tûşbûyî di wê parêzgehê de 909 kes hatiye tomarkirin.

Her çiqas Eqîl Mîrî Cigirê Zanîngeha Pizîşkî ya Zahidanê ragihand, ku heya niha mirina 59 kesan di Sîstan û Belûçistanê de bal wan hatiye tomarkirin, lê ev amarên ku têne ragihandin amarên rastî nînin.

Gorî hinek zaniyarî û raporan di Sîstan û Belûçistanê de, sedan kesan bi sedema vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Deverên Netewên bê maf ên Îranê û bi taybetî Belûçistan, bi tewawî ji aliyê rejîmê ve hatiye piştguhxistan.

Di Belûçistanê de, bi hegera hejarî û bêkarî û belengaziyê û nebûna hewcehiyên herî destpêkî yên jiyanê, karesatekî mezin a mirovî diqewime û dengê Belûçan nagihîje tu aliyekî cîhanê.