
Di 24 demjmêrên derbasbûyî de, 132 kesên din bi sedema vîrosa Korona yê canê xwe ji dest dan û hezar û 749 kesên din jî tûşî wê vîrosê bûne.
Hate ragihandin ku bi can ji destdana 132 kesên din bi sedema vîrosa Korona, hejmara wan kesên ku bi wê Vîrosê mirine, ji 2 hezar kesan derbas bû.
Herwisa hate ragihandin ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de, pitir ji Hezar û 700 kesên din jî ew vîros girtine.
Komîteya tenduristîya Çînê di amara xwe ya rojane de belav kirîye, ku di 24 demjimêrên burî de, mirna 132 kesên din û tûşbûna hezar û 749 kesên din bi wê vîrosê hatiye tomarkirin.
Li gor vê raporê, li Çînê û nêzîkî 30 welatên din yên cîhanê, rêjeya tuşbûyên bi vîrosa Korona yê, gehaye 75 hezar û 202 kesan.
Her li derheq gefa vê Vîrosê, Antoniyo Gotrês Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Netewên Yêkbûyî Hişyarî da hemi welatên cîhanê û ragihand ku ew Vîrosa metirsiyeke micide bo ser hemi Cîhanê.