Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên vîrosa koronayê geheşte 1523 kesan

12:25 - 15 Şibat 2020

Wezareta tendirustî a welatê Çînê roja Şemîyê ragihand, hejmara qurbaniyên vîrosa nû a koronayê, di welatê Çînê de gihaye bi 1523 kesan.

Li gor nûçegihaniya Firansê, berpirsên tendirûstî yên welatê Çînê belafkirin ku ew kesên tûşbûyê wê vîrosê bûne, 139 kes ên din di heyama 24 demjmêran de canê xwe ji dest dane.

Hejmara qurbaniyên vîrosa koronayê gihaye bi nêzîkî hezar û 600 kesan di wî welatê de li 24 demjimêrên derbas bûyî, û hejmara tûşbûyan di welatê Çînê de gihaye bi 66 hizar û 492 kesan.

Komîsyona tendirustî a welatê Çînê Roja Înê ragihand, di heyamê belavbûna vîrosa Koronayê heya niha di wî welatî de 1716 pizîşk peristar û kadirê pizîşkî tûşê wê vîrosê bûne.