
Hejmara kesên ku di tev cîhanê de bi sedema vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane giha bi 3 hezar kesan.
Di dawî raporên ku hatine belavkirin, di Îranê de jî, hejmara qurbaniyên vîrûsa Koronayê giha bi 54 kesan û hejmara tûşbûyên wê vîrûsê jî 978 kesên.
Serokê Pêwendiyên Giştî û ragihandina Tendirustî a rejîma Îranê, Kîyanûş Cehanpûr, roja Yekşemî, 11`ê Reşemê, daye zanîn ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 385 kesên ku nû tûşê vîrûsa “Kovîd 19” bûne hatine tomarkirin.
Pêka amarên ku Serokê Pêwendiyên Giştî û Ragihandina Tendirustî a rejîma Îranê, Kîyanûş Cehanpûr li derheq kesên ku nû tûşê vîrûsa “Kovîd 19” bûne û hatine tomarkirin wiha ne: “Di parêzgehên wekî, Tehran 170 kes, Merkezî 44 kes, Elborz 31 kes, Qum 30 kes, Gîlan 28 kes, Xurasana Rezewî 18 kes, Îsfehan 13 kes, Mazenderan 11 kes, Xuzistan 9 kes, Fars 8 kes, Luristan 8 kes, Simnan û Hemedan 3 kes, Kirmaşan, Xurasana Başûrî, Hurmozgah û Kirman 2 kes, û Îlam û Sîstan û Belûçistan her yek ji wan 1 kes.
Bi wî awayî pêka amarên Wezareta Tendirust a rejîmê, bilî Çar parêzgehên wekî, Xurasana Bakur, Zencan, Boşêhir û Çiharmehal û Bextiyarî, hemû parêzgehên din ên Îranê tûşbûyê vîrûsa Koronayê ne.
Hevdem Wezareta Tendirustî a rejîma Îranê daxwaz ji tev nexweşxaneyan kiriye ku, ti nexweşeke “Xeyre Orjansî”, vernegrin û amadeyê vergirtina nexweşên vîrûsa Koronayê bin.