Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên vîrûsa Koronayê di Îranê de giha bi 5 kesan

10:41 - 23 Şibat 2020

Berdevkê Wezareta Tendirustî a rejîma Îranê, Kiyanûş Cehanpûr, roja Şemî 3`ê Reşemeh daye zanîn ku, kesek din bi sedema wê vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest daye, berê jî 4 kes bi sedema vîrûsa Koronayê di Îranê de canê xwe ji dest dabûn.

Herwisa Kiyanoş Cehanpûr gotiye: “Heya niha 28 kes di Îranê de tûşbûyê vîrûsa Koronayê hene û ji wan 28 kesan 5 kesan canê xwe ji dest dane”.

Hejmara tûşbûyên vîrûsa Koronayê di welatên cîhanê de roj bi roj zêdetir dibe, di Koreya Başûr de zêdetir ji 550 kes tûşbûne û 4 kes jî bi sedema Koronayê bûne qurbanî, di welatê Îtaliyayê de jî herwisa bi awyekî kêm tûşbûyê wê vîtrûsê heye, di Japonê de 105 kes tûşbûne, di Sengapûrê de, 89 kes tûşbûne, di Honk Kongê de 69 kes tûşbûne û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Pêka dawî amarên hatine belavkirin, di welatê Çînê de nêzî 77 hezar kes tûşbûyê wê vîrûsê bûne û heya niha 2442 kes jî canê xwe ji dest dane.

Ji aliyek din ve jî, Wezîrê Tendirustî a rejîma Îranê, Seîd Nemekî, dabû zanîn ku: “Emê ew qas maskan di nav bazaran de belav bikin û emê maskên belaş bidine xelkê ku derfetperest ji reftarên xwe peşîman bin”.

Axavtinên Wezîrê Tendirustî ê rejîma Îranê di halekê de ye, ku di piraniya dermanxaneyên Îranê de mask peyda nabin û di gelek cihan de jî maskan nafiroşin, herwisa di gelek dermanxanan de jî yek lib mas heya 15 hezar tumenî hatiye firotin.

Tûşêbûyên vîrûsa Koronayê heyamek beriya niha di Îranê de, hatibû dîtin, lê rejîma Îranê nedixwast nûçeyên tûşbûyên wê vîrûsê bêne belavkirin, merem jî ev e bû ku xelkê bikişînine ser sindoqên dengdanê ku bibe şanoyek ji bo rejîmê, bi wî awayî canê hevwelatiyan bo rejîmê û karbidestên rejîm ti girîng nîne.