
Hejmara qurbaniyên Vîrûsa Koronayê gihîşte 908 kesan û herwa hejmara belavbûna vê vîrûsê berfirehtir dibe û hejmara kesên ku rastî wê vîrûsê tên dem bi dem zêdetir dibe.
Komîsyona Tendirustî ya Niştimaniya Çînê, dawîn amarên qurbaniyên vîrûsa Koronayê belav kirin. Li gor zanyariyên hatine belavkirin, heta niha 909 kesan ji ber wê vîrûsê canê xwe ji dest dane.
Herwiha hatiye baskirin ku, 40 hezar û 171 kes jî bi vîrûsa Koronayê nexweş ketine ku rewşa 6 hezar û 500 ji wan kesan giran e.
Peka amarên belavbûyî, rengeyiya tûşbûn bi wê vîrûsê li ser 23 hezar û 589 kesan heye û herwiha 187 hezar û 518 kes jî di jêr çavdêriyê de ne.
Vîrûsa Koronayê, di dawiya sala 2019`an de li bajarê “Wûhan” a welatê Çînê, bi awayekî berfireh belav bû.
Heya niha, çendîn hewil li ser asta navxweyî ya welatê Çîn û li ser asta navnetewî hatine kirin, lê ti çareseriyek bo wê vîrûsê nehatiye peydakirin. Vîrûsa Koronayê bi derbasbûna dem, belavtir dibe û hejmara qurbaniyan û tûşbûyên wê vîrûsê zêdetir dibin.