
Wezareta Tendirustiya Îranê Roja Sêşemiyê 13 ê meha Reşemê, ragihand, hejmara qurbaniyên vê vîrusê gihîştiye 92 kesan, ji duh ve heta îro 15 kesên din bi vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dane ku her pêka ragihandina rejîmê, ev hejmar ji 100 kesî pitire.
Ji destpêka belavbûna vîrusa Koronayê li Îranê, rêjeya herî zêde ya tûşbûn û mirina bi vê vîrusê li hersê parêzgehên Tehran, Qum û Gîlanê hatiye tomarkirin.
Rejîmê daxwaz ji deshilatdarên xwe kiriye ku bona tûşnebûna bi vê Vîrosê, deshilatdarên rejîmê nabe serdana derweyî Welat bikin.
Ev biryar ji zima Îshaq Cihangîrî cêgîrê Hesen Ruhaniyê Serkomarê rejîmê ve hate ragihandin.
Herwisa di Îranê de ji tirsê Vîrusa Korona ku tûşî deshilatdaran nebe, Nimêjên Înê hate ragirtin, lê rejîm amade nîne ku cihên dinê ye giştî, dabixe û te`etîliyê rabigehîne.
Dema ku xelkê Welat dêna xwe didnê ku rejîm di xema canê welatiyan de nîne, xelk hebxwe dest kirine daxistina cihên giştî, û Bazar di Bajarên Îranê de dem bo demê zêdetir têne daxistin.
Her di wê derheqê de, di çendîn bajarên rojhilatê kurdistanê, xelkê bazar daxistine û hindî pê diçe, rewşa mangirtinê zêdetir dibe.