
Li gor amarên hikûmeta Çînê, heya niha hejmara kesên ku ji ber vîrûsa Kironayê canê xwe ji dest dane gihiştiye 723 kesan, û herwiha 34 hezar û 546 haletên tûşbûna bi wê vîrûsê hatine tomarkirin.
Vîrûsa Koronayê, di dawiya sala 2019`an de li bajarê Wuhan a girêdayê Çînê peyda bû û belav bû. Li gor zanyariyan çavkaniya wê vîrûsê peleçemk bûye û piştre derbasî mirovan bûye.
Heta niha jî tevî çendîn hewlên li ser asta navxwe ya Çînê û li ser asta Navdewletî, çareseriyek nehatiye dîtin ji bo pêşî ji vîrûsa Koronayê bigrin û her ku diçe ew vîrûs belav dibe û hejmara qurbaniyan zêdetir dibe.
Li gor dawîn amarên hikûmeta Çînê heta niha 723 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û 34 hezar û 546 kes jî tûşî vê vîrusê bûne.
Herwisas di derveyê Çînê de jî, xelk tûşê wê vîrûsê bûne û heya niha 270 kes di derveyê Çînê de tûşî wê vîrûsê bûne.