Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara tûşbûyan bi madeyên hişber zêde bûye

13:35 - 20 Nîsan 2020

Berpirsê Bêhzîstî a parêzgeha Loristanê bas ji zêdebûna  tûşbûyên madeyên hişber bi taybet di naw jinan de dike.

Roja Yekşemî 20 ê Nisanê , Berpirsê Bêhzîstî yê parêzgeha Lorsitanê, Dr. Kerem Yarî, got: “Temenênê tûşbûyên madeyên hişber daketiye û qasa tûşbûn bi madeyên hişber zêdetir bûye”.

Herwisa navbirî tevî baskirin ji wê yekû ku pirsgirêka tûşbûn bi meadeyên hişber pêsîra kesên dewrûberê me girtiye, got: “ hekî me karîba pêşî ji tûşbûn bi madeyên hişber bigirin dê wan kesan bandreke erênî li ser civakê heba û bo malbatên xwe dê bibana berhemhêner lê bi hegerên cur bi cur tûşî madeyên hişber bûne”.

Herwisa wî berpirsê rejîma Îranê ku her kes di 10 xulekan de dikare madeyên hişber peyda bike û dema kesek tûşî wan madeyan bû, mirina wî baştire.

Digel hebûna pirsgirêkên cida yên jin bûnê di civaka Îranê de û bandora nerênî a yasayên rejîma dije mirovî a Îranê, qasa tûşbûn bi madeyên hişber bi awayekî ecêb zêde dibe û êdî jin zêdetir ji mêran tûşî wan madeyên hişber dibin û rejîma Îranê bizanebûn ti karek bo wan kesan nake û mirina wan baştir ji jiyana wan dizane.