
Dawî amara li ser wan kesên ku di cîhanê de tûşî vîrûsa Koronayê bûne hate belavkirin ku heya niha li seranserê cîhanê de 4 milyon û 14 hezar û 331 kes bi Koronayê ketine.
Herwisa heya niha di seranserê cîhanê de 276 hezar û 237 kesan bi sedama wê vîrûsê canê xwe ji dest dane.
Herçiqas heya niha piraniya ew kesên ku tûşî Koronayê bûne, karîne serkevin û ji wê Vîrûsê paqij bin, lê hevdem her niha sedan hezar kes bi sedema tûşbûna bi wê vîrûsê di nexwşxanan de di bin çavedêriya pizişkî de ne, rojane dehan hezar kes tûş dibin û niha jî nîgeranî tewaw nebûye.
Îran yek ji wan welataneye ku bi sedema Koronayê bi dehan hezar kesan tûşbûn û canê xwe ji dest dane.
Berevajiya hemû cîhanê, desthilatdarên Îranê rastiya amaran diveşêrin.
Niha jî di Îranê de rojane hezaran kes tûş dibe û bi sedan kesan dimrin, lê rejîma Îranê dixwaze çewtekariyan bike û amarên direwîn radigehîne.