Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara tûşbûyên Koronayê di cîhanê de ji sînorê 2 milyon kes derbas bû

17:05 - 15 Nîsan 2020

Vîrûsa Korona welatên cîhanê rastî pirsgirêgên mezin anîye û her roj hejmarek ji xelkê cîhanê canê xwe ji dest didin.

Di cîhanê de heya niha 2 milyon û 734 kes tûşê vîrosa “COVID19”ê bûne û heya niha 126 hezar û 776 kes bûne qurbanî û 484 hezar û 831 kes jî baş bûne.

Pêka amarên hatine tomarkirin, Amerîka bi 614 hezar û 246 kes tûşbû û 26 hezar û 64 qurbanî di destpêka xişteya cîhanê a Koronayê de ye.

Di Îranê de, îro roja Çarşemî 27ê Xakelêwe, Berdevkê Wezareta Tendirust a rejîma Îranê, Kîyanûş Cehanpûr dawî amara fermî a Koronayê û dûr ji rastiyê belav kir ku, ji duh ve heya niha, 1512 kes tûşê “COVID19”ê bûne û 94 kesan jî canê xwe  ji dest dane.

Pêka amara fermî û dûr ji rastiyê ku Kiyanûş Cehanpûr daye, heya niha li ser hev 4777 kes bûne qurbanî û 76389 kes jî tûş bûne û bi giştî heya niha 49933 kes jî baş bûne.