
Pêka amarekê ku berdevkê Wezareta Tendirustiya rejîmê 24 demjimêran carek radigehîne, heya Nîvroya Roja Yêkşemiyê nêzikî 14 Hezar kesan di Îranê de tûşî Vîrûsa korona Bûne.
Rejîmê ragihand ku hejmara kesê ku bi sedema Korona yê canê xwe ji dest dane, heya Roja 25ê reşemê, geheşte 724 kesan.
Ew amara ku rejîm radigehîne dûre ji rastiyê û pêka wan vîdeo û zaniyariyên ku ji aliyê xelkê ve li ser Torên civakî têne belavkirin, bê guman hem amara tûşbûyî yan hem amara kesên ku canê xwe ji dest danî, gelek ji vê hindê zêdetire.
Bo mînak li ser torên civakî hatiye weşandin ku tenê di Tehranê de pitir ji Hezar kesî mirine.
Tenê di Parêzgeha Gîlanê 500 kes mirine.
Tenê di Bajarê Qumê de 500 kes mirine.
Tenê di nexweşxaneyeke Bajarê Amolê de 137 kes mirine.
Di Isfehanê 200 kes.
Şîraz 100 kes.
Xuzistan 200 kes.
Li Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 50 kes
Xurasana rezewî 100 kes
Ku wisaye îsbat dibe ku bi hegera Vîrûsa Korona yê di Îranê de Hezaran kesan canê xwe ji dest dane û Dehan Hezar kes jî ev nesaxiya girtine.