
Pêka amarekê ku berdevkê Wezareta Tendirustiya rejîmê 24 demjimêran carek radigehîne, heya Nîvroya îro Roja Sêşemiyê 16169 kes di Îranê de tûşî Vîrûsa korona Bûne.
Rejîmê ragihand ku hejmara kesê ku bi sedema Korona yê canê xwe ji dest dane, heya îro 27ê reşemê, geheşte 988 kesan.
Ew amara ku rejîm radigehîne dûre ji rastiyê û pêka wan vîdeo û zaniyariyên ku ji aliyê xelkê ve li ser Torên civakî têne belavkirin, bê guman hem amara tûşbûyî yan hem jî amara kesên ku canê xwe ji dest danî, gelek ji vê hindê zêdetire.
Hinek Sazî û nawendên tendirustiya Cîhanî û jêderên Medyayî bi piştgirêdana bi kom kirina zaniyariyan ji navxweye Îranê, li ser amarên ku rejîm belaw dike bigumanin û radigehînin ku hejmara tûşbûyîyan û Miriyan gelek ji wê hindê zêdetire ku rejîm radigehîne. Hinek alî dibêjin ku heya niha pitir ji 4 hezar kesî li Îranê de bi hegera Koronayê canê xwe ji destdane.
Rejîm sebebkarê serekeye belawbûna zêdetire Vîrûsa Korona di Îranê deye.
Li despêkê de di cihê evê ku rastiyan bêjne xelkê daku xwe biparêzin, kevtne înkar û weşartina hebûna koronayê.
Rejîm amade nine heya niha jî Îdare û Bajaran dabixe.
Rejîmê heya niha çi hewcehiyeke xwe parastinê ên weke derman, Mask, lepik nedane xelkê, belkî dest bi ser her tişteke alîkariya welatên bîhanî de jî digre û nade xelkê.