Hejmareke aborînasên girêdayî bi rejîma Îranê dema hevdîtina digel “Îbrahîm Reîsî” de, li derheq egera Helasan anku “tewerum”a zêdetir huşdarî dan.
Çendîn aborînasên rejîmê wekî “Xulamriza Misbahî Moqeddem û Ehmed Tevekkulî”ku endamê Kora Diyarîkirina Berjewndiyên Rejîmê ne û “Mesûd Nîli” ku berê Cihgirê aborî yê “Hesen Rohanî bû , herwisa “Şapûr Mihemmedî, Hisên Raxfer û Mihemedhadî Zahidî Wefa” digel Îbrahîm Reîsî hevdîtin kirin û liderheq pirsgirêkên herî micid ên aborî gengeşe kirin û dane xûyakirin ku renge Helasanekî gelek mezin ku neyê kontrolkirinê biqewime.
Wan kesên abûrînasên girêdayî yê rejîmê rewşa aboriya Îranê bi awarte dane zanîn û nîgeraniya xwe dane xuyakirin.
Êdî aborînasên rejîmê jî îtiraf dikin ku ew rewşa herifî û xirabe abûriya Îranê taze ji kontirolê derketiye û tu caran rewş baş nabe û belkî ewan nîgeraniya xwe dane xuyakirin ku rewşa abûriya welat dê gelek xirabtir be.