
Serokê banka navendî a Îranê baskiriye, ku heya niha 17 karmendên bankê, bi sedema vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Roja Pêncşemî, 22`ê Reşeme, Serokê Banka Navendî ya rejîma Îranê, “Ebdulnasir Himetî”, tevî baskirin ji qurbanîbûna 17 karmendên bankê, baskir ku hejmareke zêde ji karmendên bankê, hatine qerentînekirin.
Eve yekem care ku bi fermî bas ji qurbaniyên Korona di sîstema bankî a rejîma Îranê de tê kirin.
Di wan rojên dawiyê de, çendîn rapor ji qurbanîbûna pizîşk û peresdaran di nexweşxaneyan de hatine belavkirin, lê heya niha ti amarekî fermî li ser wê mijarê nehatiye belavkirin, û pêka amarên nefermî bas ji qurbanîbûna 30 kes ji kadrên dermanî hatiye kirin.
Piraniya wan emrazên hewce bo xweparastin û paqijkirinê, di qurixgehên Spaha Pasdaran a terorist de ne, emrazên hewce bo xelkê Îranê bûye emrazê kasibkarî û ticareta Spaha pasdaran a terorîst û wan bi nirxên çend beranber di bazarên reş de difiroşin.