Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek ji senatorên Komarîxwaz daxwaza sekinîna danûstandina Bercamê kirin

11:03 - 13 Gulan 2021

24 Senatorên Komarîxwaz ên Amerîkayê roja Çarşemiyê 22`ê Banemerê, di nameyekê de bo “Joe Biden”, ji wî xwastine ku bi sedema piştevaniya rejîma Îranê ji girûpên terorîstî ên Felestînê yên wekî “Hemas”ê, danûstandina pêwendîdar bi rêkkevtina Bercamê bisekînin.

Li wê nameya Senatorên Komarîxwazd bo “Joe Biden” hatiye: “Di heyama du rojên derbasbûyî de, terorîstên Felestînê di Xezeyê de, ku bûdceya wan ji aliyê Îranê ve tê dabînkirin, êrîşeke berfireh a mûşekî li dijî Îsraîlê destpê kirine. Wan kesên sivîl û bajarên Îsraîlê û herwisa Orşelîm, paytexta Îsraîlê kirine bi armanc.”

Ew nameya Senatoran ku yên wekî, Marko Rûbiyo, Têd Kiroz, Tam Katên û Mît Ramînî ku têne xuya, nivîsîne, “ew meseleye cihê nigeraniyê ye, belkî endamên dewleta te di Viyenê de ne û digel rejîma ku sereketirîn rejîma piştevanê terorîzm di cîhanê de ye, di halê danûstandinê de ye.”

Nivîserên wê nameyê teîd kirine ku, bi balkişandina êrîşa nû a Hemasê li ser Îsraîlê, Amerîka dibe tew hewla xwe bona bersivdana Komara Îranê bide û bi ti mercekê tehrîmên li ser Îranê raneke.”

Her di vê derheqê de, “Mike Pompeo”, Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê, li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê nivîsî: “Terorîstên Hemasê bi dengê bilind dibêjin, Komara Îranê pare û çekên hewce bo wan li dijî Îsraîlê dabîn dike. Û tîma asayîkirina pêwendiyên “Biden” di Viyenê de bo bidestveanîna bombeya Navkî, di Viyenê de bi Komara Îslamî milyardan Dolar dide, eva metirsîdar e.”