
Di êrîşeke esmanî a balafirên Îsra`îlê li ser binkeyên girûpên terorîstî ên girêdayê rejîma Îranê di başûrê derdora bajarê “Demişq”ê de 12 çekdar ji terorîstan hatine kuştin.
Roja Pêncşemî, 16`ê Rêbendan, Saziya Mafê Mirov li Sûriyê, baskiriye, ku li encama êrîşa esmanî a hêzên Îsra`îlê di başûrê derdora bajarê “Demişq”ê de, 12 çekdarên girêdayê rejîma Îranê hatine kuştin.
Herwisa wê çavkaniyê baskiriye ku, di encama êrîşa esmanî a balafirên şer ên Îsra`îlê de, binkeyên terorîstên girêdayê rejîma Îranê kirine armancê xwe û di encam de 12 çekdar jî hatine Kuştin.
Di desetpêka meha Befranbara îsal de jî, Îsra`îlê çendîn bikeyên Spaha Qudis a terorîst a girêdayî Spaha Pasdaran, di nêzîkatiya bajarê Demişqê ya ser bi Sûriyê de kire armanca mûşekan, û di vê êrîşê de fermandeyekî pile bilind ê Spaha Pasdaran a terorîst hate kuştin.
Rejîma Îranê bi alîkarîdan û piştevanîkirina gurûpên terorîstî yên girêdayê xwe, hewl dide ku Îsra`îlê rastî pirsgirêkên giran bike û heta gelek caran jî gefa ji nav birinê ji Îsra`îlê dixwe.
Îsra`îl jî, bi berdewamî binkeyên girûpên terorîstî yên girêdayî rejîma Îranê di Sûriye û Îraqê de dike armancê xwe.