Hêzên Întizamî yên rejîma Îranê li devera “Kehman”a “Eleşter” ê ser bi parêzgeha Lursitanê, teqe li xelkê sivîl kirin û hejmareke zêde ji xelkê birîndar kirin.
Roja Çarşemî 28ê Nîsanê, xelkê gundê “Derteng a Serê” li devera “Kehman” a girêdayê bajarê “Eleşter” ê li parêzgeha Luristanê hewl dabûn ku rêgirî ji birîna darên xwe ji aliyê rejîmê ve bikin lê, rastî êrîşa hêzên Întizamî hatin û hêzên Întizamî teqe li xelkê kirine û hejmarek zêde birîndar kirine.
Rejîma Îranê darên gûzê yên xelkê devera “Kehman” bi taybet yên gundê “Derteng”ê birîne û xelkê wê deverê hewl dane ku rêgirî ji birîna wan daran bikin, lê rastê êrîşa hovane ya hêzên Întizamî hatine.
Berpirsên rejîma Îranî li parêzgeha Lursitanê tevî pesendkirina wê êrîşê, gef li xelkê wê deverê xwarine ku, dê wan ceza bikin û ew xelk bi firsetçî binav kirine û xelkê deverê bi alozkirina rewşa ewlehî tawanbar kirine.
Di vê derheqê de Fermandarê “Silsilê”, “Murteza Mehdewîkiya” tevî gefxwarin li xelkê devera “Kehman” û xelkê gundê “Dertenga Serê” gotiye: “Bi alxahînî ve ew dê bêne cezadan û hisaba kesên ku li hember hêzên Întizamî de rawestane, ji xelkê din yê gundê Deretengê cuda ye”.
Herwisa Dadsitanê Silsilê gef li xelkê deverê xwariye û gotiye : “Em dê cezaya herî dijwar bo wan kesan berçav bigrin”.