
Çendîn kesên Îranî ku di nav axa Îraqê de bûne, ji aliyê dewleta Îraqê ve radestî rejîma Îranê hatine kirin û şik heye ku girêdayê dosyeya “Muhsin Fexrîzade” ve bin.
Pêka îdiaya Nûçegehinên ser rejîma Îranê, çendîn kesên Îranî ku bi awayê neyasayî di nav axa Îraqê de bûne û bi awayê neyasayî sînorê Îran û Îraqê şikandine, ji aliyê dewleta Îraqê ve radestî rejîma Îranê hatine kirin û ew.
Nûçegihanên ser bi rejîmê ew kesane girêdayê dosyeya kuştina bisporê navikî yê rejîma Îranê, “Muhsin Fexrîzade” dane zanîn.
Ji hejmara wan kesan û rêkevta radestkirina wan ti zanyariyekî serast ji ber dest nîne, lê endamê komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve yê meclîsa rejîma Îranê, “Murteza Mehmûdvend” heyamekî berî niha ragihandibû ku awayê kuştina “Muhsin Fexrîzade” rohn bûye û tev kesên ku di wê kuştinê de rol hebûne wekî piştevanîkirin û veguhastinê hatine naskirin û hejmarek ji wan kesan jî hatine girtin.
Rejîma Îranê bo daxistina hin ji dosyeyan ku hewce dibîne zûka daybixe, li pey qurbaniyan digere û renge ew kesên ku dewleta Îraqê radestî rejîma Îranê kirine, bibin bi qurbaniyê vê dosyesaziya Îranê.
Hêj ti zaniyariyeke serast ji ew rewş û bikerên kuştina “Muhsin Fexrîzade” bi fermî ji aliyê rejîma Îranê ve nehatiye ragihandin û yên ku rejîma Îranê dane xuya piranî li ser binyata wehmî ne.