Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek li koçberan canê xwe ji dest da

11:47 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Di ser sînorê dinavbera Îran û Tirkiyê de, termê 25 koçberan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hate peydakirin.

Li gorî raporên belavbûyî, termê 25 koçberan di ser sînorê dinavbera Îran û Tirkiyê de hate peydakirin, ku termê wan koçberan piştî helandina befrê, li ser sînor mabûn.

Li Sebeba mirina ew 25 koçperane tu zaniyariyek ji ber dest nîne, lê yekek ji wan koçberan bi gule hatibû kuştin.

Di ser sînorê dinavbera Îran û Tirkiyê de, her sal hejmarek li koçber canên xwe jidest didin û li sebeba can jidestdana wan tu zaniyariyek jiber dest nîne.

Piraniya ew kesên ku di ser sînor canên xwe ji destdane, bi hêviya vê yekê bûn ku derbasî Tirkiyê bin û di wê welatê de ber bi Ewropayê ve biçin.

Ew koçberane Îranî, Efxanî û Afrîqayî bûne ku ji aliyê şaredariya bajarê wanê ve bi axê hatine spartin.