Pitir ji 100 Hezar Xwendevan li parêzgeha Urmiyê ji hînkarî a bi awayê “Online” bêparin û herwisa pêka gotinên berpirsên rejîmê %30 a Xwendevan û dersxwan li Îranê, ji hînkariyê bêparin.
Roja Pêncşemî 14ê Kanûna Paşîn, Berpirsa giştî a parêzgeha Urmiyê, “Mehîn Menafî” tevî îşarekirin bi nebûna tora “Şad” li 108 gundên sînorî, got: “Di parêzgeha Urmiyê de, 108 hezar xwendewan ji hînkarî a bi awayê “OnLine” ku bi rêya App a “Şad” tê belavkirin, bêparin.
Herwisa wê berpirsa rejîmê got: “Li parêzgeha Urmiyê, 622 hezar xwendevan hene”.
Li wê derheqê de, Cihgirê Perwerde û Hînkarî yê rejîma Îranê, “Cewad Husêynî” ragihand: “di rewşa niha a Koronayê de, %30 a xwendewanan di Îranê de anku 5 milyon xwendevan, ji hînkariyê bêpar in û nikarin bi awayê “Online” hînbûnê bidomînin.
Hejarî û destkurtiya xelkî Îranê ji aliyekê û bilindbûna nirxa alav û emrazên hewce bo hînkariya “Online” ji aliyê din ve bûne sedem ku xwendewan dest ji hînbûnê berdin.