Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hekêrên rejîma Îranê êrîşî ser kopmpaniya dermansazî a “Gilead” kirin

13:35 - 9 Gulan 2020

Hekêrên girêdayê rejîma Îranê bi êrîşkirin li ser Kompaniya Dermansazî a “Gilead”ê ya ser bi Amerîkayê, dixwazîn formûla dernamê dije Koronayê bidizin.

Roja Şemî, 9`ê Gulanê, hekêrên girêdayê rejîma Îranê bi êrîşkirin li ser Kompaniya “Gilead”ê ya Amerîkayê ku hewl dane formûla dermanê dije Koronayê ku Amerîka mijûlê çêkirina wê ye bidizin.

Di yekek ji wan êrîşan de, ku bi rêya şandina “Email”a ku vîrûsa hekkirinê hebûye, bo yek ji birêveberê wê Kompaniyayê re hatiye şandin ku armanca wan dizîna şîfreyên wê kompaniyê bûye.

Kompaniya “Gilîd Saynsis” (Gilead Sciences) a Amerîka ku lêkolînên girîng li ser dermansazî û emrazên pizîşkiyê dike, di asta cîhanê de pileya 10`ê heye, ku piştî belavbûna vîrûsa Koronayê, bona berhemanîna derman û vaksena Koronyê hewlên micid dane.

Li ser wê mijarê, yek ji Lêkolerê Ewlhî yê Saziya Ewlehiya Saybêrî ya Îsraîlê, Ohad Zîdên Bêrg, ew êrîşane parek ji êrîşên berfireh yên saybêrî yên rejîma Îranê daye zanîn ku di heyamê çend mehên derbasbûyî de, bi sextekirina navên rojmamewanên berçav yên cîhanê, digel parek zaf ji wan kompaniyan pêwendî girtibûn.