Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hekî Bercam negihîje bi encamê rengehiya şer heye

12:22 - 6 Nîsan 2021

Rojnameyeke Amrîkayî ragihandiye: “Washingtonê ti demek bona bi direngxistina Bercamê nîne û hekî Amerîka di danûstandina digel Îranê negihîje ti encamekê, renge Îran çeka navkî berhem bîne, an şer biqewime.

Roja Duşemî 5ê Nîsanê, rojnameya Amerîkayî ya bi navê “Los Angles Times” ragihandiye: “Dewleta Amerîkayê niha li ser durêyanekê maye û herwisa berpirsên Pêntagonê gotine: “Hekî ti lihevhatinek li ser Bercamê neyê kirin, bijardeya nêzbûna Tehran bo berhemanîna çeka navkî an destpêkirina şer heye”.

Rejîma Îranê çend rojan berî niha îdia kiribû: “Ti hevdîtinek di navbera nûnerên Îranê digel Amerîkayê de tinabe”.

Hewla rejîma Îranê bona dirêjkirina dem an direngxistina danûstandinan daye xuya, ku Îranê li pey bidestveanîna dem bona berhemanîna çeka navkî ye, lewma Amerîka hewlê dide bi awayekî bi lezgînî digel rejîma Îranê bigîje bi encamekê.

Rejîma Îranê, îdia dike ku binpêkirina xalên “Bercam”ê bi mafê rejîmê ye û ragihandiye heta dorpêçên aborî bi tewawî neyêne rawestandin, ew dê wan binpêkirina berdewam bikin û ji aliyeke din ve, heta rejîma Îranê hemû binpêkirinên Bercamê nerawestîne, Amerîka amade nîne ti basek li ser rakirina dorpêçan bike û hekî Îran jî hemû binpêkirên Bercamê rawestîne, Amerîka pêngav bi pêngav dê wan dorpêçan hilgire lê, rejîma Îranê ew biryara Amerîkayê jî qebûl nekiriye.