Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêla hejariya xelkê Îranê gihîştiye bi ji %30`î

13:10 - 16 Hezîran 2021

Serokê Odeya Bazirganiya Tehranê, “Mesûd Xwansarî” daye zanîn: “Hêla hejariya tevahî li Îranê ji %15 bo %30 bilind bûye û ew zenga metirsiyê ye”.

Serokê Odeya Bazirganiya Tehranê, “Mesûd Xwansarî” diyarî kiriye: “Tabanîna aboriya Îranê di nav 130 welatan de pileya 128 heye û ew dide xuya ku qatên kêmdahat li Îranê di bin givaşeke gelek zêde de dijîn û li sala derbasbûyî di bin karlêkeriya enflasiyonê û kêmragirtina fermî ya nirxa erz ên salên berê, rêkorda daketina nirxa perê netewî hebûye”.

Herwisa navbirî gotiye: “Aboriya Îranê li warê nîşandekên aborî li çend beşan di rewşeke baş de nîne, û hekî bernamerêjiyeke serast neyê kirin, givaşa aborî ya li ser qatên kêmdahat di civaka Îranê de dê hêj zêdetir bibe”.

Herwisa “Mesûd Xwansarî” gotiye: Pêka amarên sala  1399an, hejmara xwediyên kar ji 24 milyon û 300 hezar kes, bo 23 milyon û 300 hezar kes daketiye”.

Kontrolnekirina nirxa hewcehiyan û rola sereke ya dellalên ticarî li diyarîkirina nirxan, bûne sedem ku xelk nekare piraniya hewcehiyên xwe dabîn bike û eva jî bûye sedem ku asta hejariya tevahî di Îranê de bigihîje bi ji %30`î û ew amar pêka gotina berpirsên rejîmê ye û amara serast gelek zêdetir ji %30`î ye û xelk êdî nikarin heta hewcehiyên xwe yên destpêkî jî dabîn bikin.