Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêla hejariyê di Îranê de gihîştiye 28 ji sedî

17:06 - 10 Şibat 2022

Pêka rapora nûçegihaniya “Dîdeban” a girêdayê rejîma Îranê, hêla hejariya xelkê Îranê di sala 1390an de 18 ji sedî bûye, lê sala 1399an gihîşte 28 ji sedî.

Hejmara hêla hejarî di halekê de ye ku 10 sal berî niha 18 ji sedî xelkê Îranê di bin hêla hejariyê de bûn, lê di niha de gihîştiye 28 ji sedî, eva bi awayekî ye ku ji her 4 kesan, kesek di bin hêla hejariyê de dijî.

Helsengandina navenda lêkolînên aborî yên rejîma Îranê derxerê vê yekê ne ku geşekirina dahat di îsal de dibe sêyemîn sal ku nerênî ye; Eva jî di halekê de ye ku nêvinciya demdirêjî ya geşeya berhemanînê nêzî sifir bûye, herwisa geşeya aboriya rejîmê di bin bandora geşeya sermayeguzariyê de ye.

Di vê derheqê de beşa lêkolînên Meclisa rejîmê di vê raporê de bi hûrdekariyan ve bas ji vê yekê dike ku: “Berdewambûna wê meşê bûye sedem ku bo piştevanî ji geşeya aboriya bihêz û xweşbijêvî, nîgeranî ji bo me çê bin”.

Bi berçavgirtina siyaseyên bûdce, pere, bazirganî û diravên “tercîhî” û li teniş vê jî pêkhatek bo baştirbûna rewşa aborî, pêkanîna rewşek baş bo sermayeguzarî û daketina rêjeya bê bawerî bi rejîma Îranê, ew rapore bo danûstandin bi ser rewşa niha ya sermayeguzarî di Îranê de hatiye pêşniyarkirin ku pêşî ji daketina sermayeguzarî bê girtin.