Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helbestvan, nûser û lêkoler, Seyîd “Necmedîn Enîsî” xelkê Mihabadê koça dawiyê kir

17:08 - 25 Kanûna pêşîn 2021

Roja Înê 24ê Kanûna Pêşîn, helbestvan, nûser û lêkoler Seyîd “Necmedîn Enîsî” naskirî bi “Behar” xelkê Mihabadê di temenê 70 saliyê de bi sedema celta mejî li nexweşxaneya wî bajarî, koça dawiyê kir.

Seyîd “Necmedîn Enîsî” di destpêka nûgihaniya xwe de hogirê ziman, wêje û çanda Kurdî bû û di wê meşê de pêngavên bi wec hilgirtin. Rolek ektiv di komkirin û serastkirina helbestan ên helbestvanan û wêjevanan û herwisa dîroka wêjeyê de hebû.

Seyîd “Necmedîn Enîsî” bi 10an berhemên komkîrî û serastkiriyên helbestan ên helbestvanan û wêjevanên Kurd çap kirine ku beşek ji wan berheman ev in: “Dîwana Heqîqî, dîwana Awat(Seyîd Kamil Îmamî), dîwana Ehmedê Kor, dîwana Sabirî, diwana Çawiş, dîwana Zebîhî û …hwd”.

Berhemek a Seyîd “Necmedîn Enîsî” a li jêr navê “Awêney Mukriyanî” ku di 24 pertûkan de nivîsandiye, hêj nehatiye çapkirin. Herwisa dîwana helbestên wî ku bi çendîn şêwaz û bi naverokên evîndarî, îrfanî û covakî hatine nivîsandinê, hêj çap nebûne.

Seyîd “Necmedîn Enîsî” di sala 1325an de li taxa “Wefayî” ya bajarê Mihabadê ji dayêk bibû. Qonaxa dibistanê, navendî û paşnavendî di wî bajarî de bi dawî anî.  Seyîd “Necmedîn Enîsî” kesek xweşnav bû û xelkê rêzek taybet bo wî hebû.

Navbirî di roja Çarşemî 22ê Kanûna Pêşîn de tûşî celteya mejî bû û piştî 2 rojan man di nexweşxaneya bajarê Mihabadê de li roja Înî 24ê Kanûna Pêşîn, koça dawiyê kir.

Roja Şemiyê, termê Seyîd “Necmedîn Enîsî” di goristana wî bajarî de li beşa “Hunermendan”, bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.