Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêlên gihandina berq bo Luristanê hêj nehatine nûjenkirin

11:26 - 16 Kanûna Paşîn 2021

Piştî xisarên lehiya sala 1398an li Luristanê hêj nûjenkirina hêla gihandina berqê bo parêzgeha Lurdistanê bi dawî nehatiye û berpirsên rejîmê di wê parêzgehê de piştî 2 salan hêj nekarîne wan hêlan bi tewawî nûjen bikin.

Roja Înê 15ê Kanûna Paşîn, Birêveberê Giştî yê Kompaniya Dabeşkirina Bererq li parêzgeha Lursutanê, “Fireydûn Xudniya”, daye zanîn ku “lehiya sala 1398an li parêzgeha Luristanê bi qasî 120 milyar Tumen xisar bi hêhên berqê gihandiye ku 480 kîlometir hêla berqê ji nav çûbûn; Lê niha bona tewawkirina wan projeyan me hewcehî bi 50 milyar tumen heye”.

Piştî 2 salan hêj projeya nûjenkirina hêlên gihandina berqê bo parêzgeha Luristanê bi dawî nehatiye û hêj xuya nîne ku kengê dê bi dawî bê.  

Kompaniyên ku birêverê danîna wan hêlên berqê bûne, bê berçavgirtina cografiyaya deverê û cihên lehiyan ew hêl çêkirine û renge di nûjenkirina wan hêlên berqê de dîsan, wan mijarên girîng berçav negirin.

Parêzgeha Lursiatnê yek ji wan parêzgehên e ku di lehiyan de rastî xisarên giran hatiye û piraniya wan xisaran jî hêj nehatine qerebûkirin.