Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêlên Înternetê di hindek cihên Îranê de qut bûne

13:06 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2020

Bikarhênerên telefonên Mobaylan di îranê de rastî qutbûna înternetê di hindek cihan de hatine.

Roja Çarşemî, 8ê Tîrmehê, endamê hey`eta birêveber ya şirketa peywendiyian, “Secad Bonabî”, ragihand ku têkçûna înternet a Îranê bi sedema qutbûna înternet di derveyî sînorên Îranê de bûye û li ser rûpela xwe ya “Twitter” nîvîsandiye ku bi qutbûna berfireh ya înternetê di derveyî sînorên Îranê bi taybet di Ermenistan û Tirkiye de rûberû bûne û em cehdê dikin hêlên ku ber bi başûrin girê bidin.

Qutbûna Înternetê di Îranê de û daketina lezgîniya wê di piraniya cihan de, bûye sedem ku xelkê Îranê di hindek cihan de rastî pirsgirêkan bibin.

Rejîma Îranê dema alozîketinan di Îranê de hêlên Înternetê qut dike ku bikare di rewşeke bêdeng de, tepeseriyên sîstematîkên xwe bi rêve bibe.

Herçiqas ku niha rejîma Îranê wan qutbûn û daketina lezgîniya înternetê bi sedema qutbûna Înternetê di derveyî Îranê de dide xuya, lê xuyaye ku rejîma Îranê bona kontrolkirin û dizîna pereyên iştirak a bikarhênerên înternetê, wan qut dike an lezgîniya vê tîne xwarê.