Wezareta Berevaniya Tirkiyê belav kiriye ku, bi sedema kevtina xwarê ya helîkoptereke Tirkiyê li bajarê “Bîngol” li Bakurê Kurdistanê, 11 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.
Piledarekî leşkerî yê Tirkiyê di wê bûyerê de hatiye kuştin.
Ew helîkopter di bilindahiyên “Bîngol”ê de li dema firînê li devera “Tetwan” a girêdayê paerêzgeha “Bedlîs”ê kevtiye xwarê û di encam de 11 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.
Tirkiyê heta niha nasnama wan leşkeran belav nekiriye lê, Serokê Partiya “MHP”ê “Dewlet Baxçelî” daye zanîn ku, fermandeyê leşkera 8em a Arteşa Tirkiyê, General “Osman Elbaş”, yek ji wan kesan e ku di wê bûyerê de hatiye kuştin.
Heta niha, Tirkiyê ti zaniyariyek li derheq sedema kevtina wê helîkopterê belav nekiriye.