Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helmeteke jîngehparêzî di bajarê Pîranşehrê de bi rê ve çû

12:14 - 20 Tebax 2020

Jîngehparêz û girûpên Çiyagerî yên Serdeşt û Pîranşerhrê di navbera rêya Pîranşehr û Serdeştê de helêmeteke jîngehpatrêjî lidar xistin.

Roja Çarşemî 29ê Gelawêjê, tîmeke çiyagerî ya “Helgord”, bi hevbeşî digel saziya “Jîngehparêzên Pîranşehr”ê di helmeteke jîngehparêzî de, derdora rêya di navbera Pîranşehr û Serdeşê de paqij kirin.

Ew helmeta jîngehparêzî li jêr silogana “Komkirina zibilan erkê me nîne, lê neriştina ziblan erkê me hemûyane” ji aliyê girûpên çiyagerî ya “Helgoird” û saziya jîngehparêzî ya Pîranşehrê ve dest pêkirin û li “Qebra Husên” dawî pê anîn.

Di heman rojê de girûpa çiyagerî ya “Helgord”ê ziblên derdora bajarê Pîranşehrê heta “Gezgeska Mengoran”, paqij kirin û paqijî û ciwaniya wan deveran gerandine bo surûşta ciwan a Kurdistanê.